PeyamaKurd – Hate ragihandin ku encamên pêşhilbijartinên bernamzedên hilbijartina şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê li 17 navçeyan diyar bûne.
Li gorî encamên dawî di gera duyem a pêşhilbijartinan de, Dogan Hatûn wek hevserokê mêr ê hilbijartinên şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê hate hilbijartin û tê çaverêkirin bibe namzedê DEM Partiyê hilbijartinên 31ê Adarê.
Rojek berê jî Serra Bucak ji sedî 50+1ê dengên delegeyan wergirtibû û wek namzeda jin a hevseroka hilbijartinên şaredariya Diyarbekirê hatibû diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin