PeyamaKurd - Piştî 16 rojên lêgerînê û dîtina meytê wê, piştî karûbarê fermî û otopsiyê Narîn Guranê li gundê Çilûyê yê Amedê hate veşartin.
Narîn Gurana 8 salî di 21ê Tebaxê de li Amedê wenda bûbû. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya duh ragihandbû ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava kîsekî de û di binê keviran de hatiye dîtin.
Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.
Li gundê xwe hat veşartin
Cenazeyê Narînê piştî ku ji Saziya Tiba Dadî ya Amedê hat wergirtin û li gundê Çilûyê hat veşartin ku lê winda bûbû û termê wê hatibû dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin