PeyamaKurd – Di kongreya Partiya Çepên Kesk (YSP) ku îro 15ê Cotmehê li Enqereyê tê lidarxistin de, nav û hevserokên nû hatin eşkere kirin.
Hate ragihandin ku navê partiyê wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) hate guhertin û wekî hevserok jî Tulay Hatimogulları Oruç û Tuncer Bakirhan hatin diyarkirin. Biryara di kongreyê de Oruç û Bakirhan bi fermî bibin hevserokên nû yên partiyê.
Li gorî Komîsyona lihevkirinê ya partiyê wê nav wekî HEDEP bê guhertin û logoya partiyê jî wekî dareke di nav de roj heye hatiye diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin