Tirkiye û Amerîka li ser Patriotan hevdîtinê dikin

Tirkiye û Amerîka li ser Patriotan hevdîtinê dikin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy destnîşan kir ji bona pergala parastina moşekan ya Patriotê pêwendiyên bi Amerîkayê re dewam dikin.

Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Tirkiyê li wezaretê daxuyanî da rojnamevanan.

Aksoy li ser pirsa "Di çapemeniyê da nûçe derketin ku dawiya mehê wê rayedarekî payebilid yê ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê were serdana Tirkiyeyê û ji bona Patriotan pêşniyazek bike?" destnîşan kir ku di vê mijarê hê agahî nedane.

Hamî Aksoy diyar kir Tirkiye ji bona pergalên parastinê 10 sal in ji xeyrî Amerîka bi gelek dewletên mutefiq re di nav têkilî û pêwnediyê de ye û got ku mixabin hê encameke erênî derketiye û wiha dewam kir: "Rûsya ji bona pêwistiyên acîl pêşniyazek li me kir û ji bona peydakirina pergala S-400î me bi Rûsyayê re li hev kir. Mijara girîng ew e ku ev pergal bi tena serê xwe wê bê emilandin û entegreyî NATOyê nebe. Armanca me ya ji bona pergaleke bi NATOyê re bixebite jî dewam dike."

 Aksoy destnîşan kir ji bona pergala parastina moşekan Patriotê pêwendiyên bi Amerîkayê re dewam dikin.

Aksoy der heqê koma xebatê ya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da wiha axivî: "Di demeke nêzîk de, dibe ku hefteya pêşiya me Musteşar Umît Yalçin here Washingtonê."

Aksoy destnîşan kir di rêveberiya Amerîkayê da hin guherîn hatine kirin û got ku Mike Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê nû xwediyê tecrubeyeke siyasî ye û ji girîngiya têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê fêm dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin