PDK: “Em amade ne lê halê Iraqê ne yê hilbijartinê ye”

PDK: “Em amade ne lê halê Iraqê ne yê hilbijartinê ye”

PeyamaKurd- Hinek grûbên parlementoya Iraqê, hetta serokê Şî’a yê rûhanî Ayetullah Elî Sîstanî jî di wê fikrê de ye ku hilbijartina pêşwext çêbibe. Di mijara hilbijartina pêşwext de parlementerê Kurd yê Bexdayê ku berdevkê grûba PDK ê ye, Aram Nacî weha got:

“Em bo hilbijartinê amade ne, bi xwe û hem bi hilbijêrên xwe bawerin. Lê halê Iraqê yê niha bo hilbijartinê xweş nîne.”

PDK dibêje Iraq ne tenha ji Şî’a ava bûye, divê fikra temamê aliyên dinan bê sitendin. Berdevkê grûba PDK ê Aram Nacî mijarê bo Rûdawê weha gotiye:

“Iraq ne tenha ji Şî’ayan pêkhatiye ku biryareka yekalî bidin. Kurd, Sunnî û yên dinan hene. Piştî fikra wan bê pirsîn, dikarin biryara hilbijartinê bidin. Gelek partiyên Şî’a naxwazin hilbijartin çêbibe. Nabe ku di vê tevliheviyê de li Iraqê hilbijartin çêbibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin