Îran bi sebeba ku Telegram bo ewlekariya netewî ya Îranê talûke ye, astengî danî pêşiya wê. Di şûna Telegramê de wê ya bi navê “Sorush” ku berhemeka Îraniye bikarbîne.
Ragihandina nûçeyê ji aliyê serokê Meclisa Îranê û serokê komîsyona siyaseta derve Alaaddîn Burucerdi de hat kirin.Sîstema nû dikare heya 20 nîsanê pêk were. Biryar ji aliyê maqamên bilind yên Îranê de hatiye dayîn.
Li Îranê li dora 40 mîlyon kes Telegramê bikartîne û ji ber di dema sehildanên borî de Telegram hatiye bikaranîn, niha sîstemeka ku Îran karibe pê medyayê kontrol bike tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin