Nûnerê WHO: Duhok di rûbirûbûna koronayê de nimûne ye

Nûnerê WHO: Duhok di rûbirûbûna koronayê de nimûne ye

PeyamaKurd - Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Edhem Îsmaîl, destxweşî li berpirsên Parêzgeha Duhokê kir û got, parêzgeha Duhokê di asta Iraqê de di rûbirûbûna koronayê de nimûne ye.

Li Iraqê rêjeya mirinan ji sedî 3 ye, lê li Duhokê rêjeya mirinan tenê ji sedî 1 e.

WHOyê bi 270 hezar dolar alîkarî ji bo rûbirûbûna Koronayê li parêzgeha Duhokê belav kirin.

Rêvebirê Tendurustiya Duhokê ragihand, “Duhok ciwantirîn parêzgeha Iraqê ye. Rêjeya canjidestdana bi Koronayê li vê parêzgehê ji sedî 1 e, ev jî rêjeyeke baş e, di demekê de ku rêjeya canjidestdana pêketiyên Koronayê li Iraqê ji sedî 3 ye. Parêzgeha Duhokê heta niha nimûneyek e û divê ji bo rûbirûbûna Koronayê çavê lê be.”

Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Edhem Îsmaîl di civîna rojnamevanî de got, li Duhokê heta demekê hejmara pêketiyan gelekî kêm bû, ligel wê jî divê cihên girtî bêne vekirin û parêzgeha Duhokê li pêş bazirgan û geştiyaran bê kirin.  

Îsmaîl diyar kir, Duhok dikare hejmara pêketiyên Koronayê kontrol bike û got: “Hejmara canjidestdana pêketiyên Koronayê gelekî baş e û ev nîşana wê yekê dide ku xizmeta tenduristiyê bi awayekî baş pêşkêşî nexweşan dibe.”

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, ji koma 27 hezar 621 pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê, 3 hezar û 653 kes li Duhokê ne û ji koma 1 hezar û 32 kesên bi can dane jî tenê 44 kes xelkê Duhokê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin