PeyamaKurd - 21ê Adarê di roja ewil a Newrozê de belemeyek li girava geştyarî ya li devera Xabat a Mûsilê li ser çemê Dîcleyê ketibû bin avê û di encama bûyerê de heta niha termên zêdetirî 100 kesan ji nav avê hatin derxistin û hejmareke mezin jî hîn winda ne.
Li ser xwedîderketin, hawarî û helwesta Herêma Kurdistanê gelek niştecihên Mûsilê li ser medya civakî peyamên spasiyê belav kirin.
Şewket Cibûrî li ser medyaya civakî got: “Kesên resen in û xwedî helwesta pir şanaz in, dema tu bajarên Kurdistanê û sîstema birêvebirina wan dibînî, dizanî ku ew hêjayî dewletê ne, Xweda Kurdistanê û gelê wê biparêze.”
Rehîme Nueymî got: “Spas bo Herêma Kurdistanê û gelê wê, helwesta wan hêjayî şanaziyê ye di asta xelkê Mûsilê de.”
Luey Mihemed diyar kir: “Gelek spas, helwesta pir bi şanazî ji sala 2014an heta niha, Xweda we biparêze.”
Karvedanên niştecihên Mûsilê û deverên din naverast û başûrê Iraqê li ser helwesta Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in û di pêngava herî nû de hejmarek ji Kurd û Erebên Neynewa li ber Parêzgariya Duhokê civiyan û spasî û pêzanînên xwe pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin