Teter: Tirkiyê ji Kazimî xwest, rêkeftineke wekî ya Singalê bo Mexmûrê jî bê kirin

Teter: Tirkiyê ji Kazimî xwest, rêkeftineke wekî ya Singalê bo Mexmûrê jî bê kirin

PeyamaKurd – Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ku di nav şanda Iraqê ya bi seroktiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de serdana Tirkiyê kiriye got, danûstandin li ser ewlekarî û hevkariya aborî-bazirganî hatine kirin.

Teter diyar kir ku Enqereyê ji şanda Iraqê daxwaz kiriye rêkeftina weke ya Şingalê ku di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatiye kirin, ji bo Mexmûrê jî bê kirin.

Elî Teter herwiha day zanîn ku di warê aborî de, li ser nûkirina xeta boriya neftê ya Ceyhanê hatiye axaftin û zêdekirina rêjeya bazirganî heta 20 milyar dolaran hatiye gotûbêjkirin.

Parêzgarê Duhokê deya zanîn ku serokwezîrê Iraqê Kazimî ji bo bûyera Sihêlayê jî gotiye, Herêma Kurdistanê xwedî wê hêzê ye ku dikare xwe biparêze.

Herwiha Teter daye xuyakirin ku Kazimî ji Enqereyê daxwaz kiriye welatên cîran destwerdana karûbarên navxwe yên welatê wan nekin û rêzê li serweriya bejahî û asmanî ya Iraqê bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin