Çarenivîsa Kurdekî Efrînê yê li Kayseriyê hatiye girtin ne diyar e

Çarenivîsa Kurdekî Efrînê yê li Kayseriyê hatiye girtin ne diyar e

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji 23yê Adarê ve welatiyekî Kurd ê ji Efrînê koçberî bajarê Kayserî yê Tirkiyê bûbû, hatiye girtin û çarenivîsa wî hîn jî nediyar e.

Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, 23yê Adarê kesên ku xwe wekî leşker û îstixbarata Tirkiyê dane nasîn, li bajarê Kayseriyê bi ser mala welatiyê bi navê Mistefa Hisên Casim ê 59 salî de, girtine û ew bi xwe re birîne.

Hat zanîn Mistefa Hisên Casim ji gundê Qere Baba yê navçeya Raco ya Efrînê ye û ji sala 2015an ve li bajarê Kayserî yê Tirkiyê bi cih bûye.

Li gorî heman çavkaniyan, Mistefa Hisên Casim bi behaneya ku pêwendî bi birayên xwe yên li Şehbayê re daniye, hatiye revandin û heta niha jî aqubeta wî diyar nebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin