Qaymeqamê Hewlêrê: 6 roj in li Hewlêrê tu haleteke tûsbûnê nehatiye tomarkirin

Qaymeqamê Hewlêrê: 6 roj in li Hewlêrê tu haleteke tûsbûnê nehatiye tomarkirin

PeyamaKurd - Qaymeqamê navenda Hewlêrê ragihand, ew hewl didin hin asankariyan di qedexeya çûnûhatina welatiyan de bikin û diyar kir, 6 roj in tu haleteke nû ya tûşbûna koronayê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin.

Qaymeqamê Navenda Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ragihand, hewl didin li gor rênmayiyên tenduristiyê, gelek asankariyan di qedexeya çûnûhatina welatiyan de bikin.

Nebez Ebdulhemîd got, hîn metirsiya virusa koronayê (Covid-19) maye, lê cihê kêfxweşiyê ye ku 6 roj in tu haleteke pêketina bi koronayê li sînorê Hewlêrê de nehatiye tomarkirin.

Ebdulhemîd amaje bi wê yekê jî da, amarên başbûna nexweşên koronayê, ku rojane hejmarek ji wan ji nexweşxaneyan derdikevin, bêyî ku tu haletên nû bêne tomarkirin, nîşana serkeftina Hikûmetê di tekoşîna li hember wê nexweşiyê de ye.

Herwiha got: “Pabendbûna welatiyan bi rênimayên Wezareta Navxwe û Wezareta Tenduristiyê, cihê dilxweşiyê ye û spasiya wan dikin ku me bi hev re karî rewşê kontrol bikin”.

Qeymeqamê Hewlêrê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû rêxistinên din kirin, ku di heyama qedexeya çûnûhatinê de hevkarî gihandine malbatên hejar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin