PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 2yê Nîsanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Holanda Jako Berinds û Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Klaus Streicher kir. Serok Barzanî, dubare anî ziman ku ew wek PDK dixwazin hilbijartin bi awayekî dirûst û şefaf bêne kirin û da zanîn, PDK li Kurdistanê damezrînerê rewatîya hilbijartinan e.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî di civînê de bal kişand ser helwesta PDKê ya bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û got ku bi eşkere destên derve di biryarên Dadgeha Federalî de heye û wiha axivî:
“Ji bo hilbijartineke dadperwerane û şefaf dirust bikin. Pêbarkirina pêkhateyên neteweyî û olî ji hilbijartinan, dûrxistina zêdetirî 400 hezar dengdêr ji dengdanê ye, ji bilî wê jî sepandina rê û rêbaz û mekanîzmayên nedirust di birêveçûna hilbijartinan de, wiha dike ku hilbijartin dengê rast ê gelê Kurdistanê nîşan nede.”
Serok Barzanî destnîşan kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê piştgîriya lidarxistina helbijartinên azad û dadperwerane dike, bê destêwerdan û dariştina pêşwext. Herwiha pêwîste hemû kêmûkurtiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî, dosyaya hilbijartinan bêne çareserkirin, da ku ev prose nûneratiya îrade û dengê rast ê gelê Kurdistanê bike, bi awayekî ku xizmeta demokrasî û rewatiya saziyên Herêmê bike.
Her du konsulên Holanda û Almanyayê di hevdîtinê de, piştevaniya welatên xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên dadperwerane ragihandin ku bi awayekî nûneratiya rûyê demokrasiya Herêma Kurdistanê bike, ew jî bi alîkariya aliyên pêwendîdar ên navçeyê bo derbaskirina qeyrana siyasî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin