PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew piştgiriyê nadin agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de ji ber fikarên ku wê bibe sedema "vejîna" Hamasê.
Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Derbarê kêşeya Îsraîl û Filistînê de Ryder got, "Em piştgirî nadin agirbesteke dem bide Hamasê ku ji nû ve kom bibe û welatiyên Îsraîlî û yên din bixe xeterê."
Ryder got, "Min bihîst ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden piştgirî dide rawestandina mirovahî da ku rê bide alîkariyên mirovahî derbasî Gazzeyê bibin û destûr bidin girtiyan û welatiyên din ku derkevin.” Herwiha da zanîn, Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin jî di hevdîtinên xwe yên digel hevtayên xwe de behsa gihandina alîkariyên mirovî bo sivîlên Filistînî yên li Gazzeyê kiriye.
Ryder diyar kir ku ev mijarek e ku ew bi berdewamî tekez dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin