Çapemeniya Brîtanî: "Rûsya dikare bi çekên nukleerî bibe sedema tsunamiyê li NATOyê"

Çapemeniya Brîtanî: "Rûsya dikare bi çekên nukleerî bibe sedema tsunamiyê li NATOyê"

PeyamaKurd – Di demeke ku di şerê Ukraynayê de piştgirîya leşkerî ya welatên NATOyê ya ji bo Kîevê dewam dike, di çapemeniya Îngîlîz de gotareke rexneyî ya derbarê Rûsyayê de hat parvekirin. Li gorî çapemeniya Îngilîstanê, hate îdîakirin ku Pûtîn bi çeka xwe ya nû dikare welatên NATOyê binav bike.

Li gor nivîskarê rojnameya Îngilîzî Express Jack Walters îdia kir, Rûsya bi bikaranîna torpîlên nukleerî yên nû Poseidon dikare li welatên NATOyê tsunamiyê organîze bike.

Walters di vê gotarê de nivîsiye: "Zorpîlên atomî yên Rûsyayê dikarin Brîtanyayê di kûrahiya deryayê de binax bikin."

Nivîskarê Brîtanî eşkere kir, torpîl Poseidon dengê herî kêm derdixe û dikare manevra bike û tekez kir ku ev taybetmendî dihêle ku hêzên NATO vê çekê îmha nekin.

Herwiha nivîskarê Brîtanî Walters di gotara xwe de bi bîr xist ku her keştiyeke binavokî dikare 6 torpîlên ji vî rengî hilgire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin