PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir. Nêçîrvan Barzanî got, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzidî ji dil pîroz dikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2yê Tebaxa 2021ê peyamek li ser hesabê Twittera xwe belav kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzidî li Kurdistanê û li her dereke dunyayê bin ji dil pîroz dikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Hêvîdar im vê cejnê bi xweşî û aramî derbas bikin û cejn û bîrhatinên bên jî di dem û rewşên baştir de vegerin. Her sal bi xêr û xweşî. Silav li malbat û kesûkarên qurbaniyên Êzidiyan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin