PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan li Deryaya Sor û Deryaya Omanê bi moşek û balafirên bêmirov (ÎHA) 2 keştî û keştiyeke keşfê ya DYAyê xistine.
Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan li Deryaya Sor û Deryaya Omanê bi moşek û balafirên bêmirov (ÎHA) 2 keştî û keşgereke DYAyê xistine.
Berdevkê Leşkerî Yahya Serî ji kanala televizyona El-Mesîra ya Hûsiyan re axivî û diyar kir ku wan 3 operasyonên leşkerî li Deryaya Sor û Deryaya Omanê pêk anîn.
Serî diyar kir ku li Deryaya Sor keştiyeke îmhayê ya Amerîkayê bi moşekên balîstîk û keştiya bi navê "Kaptain Parîs" jî bi moşekên deryayê hatiye armancgirtin û li Deryaya Ereban jî keştiya bi navê "Happy Condor" bi balafirên bêmirov hatiye xistin.
Berdevkê Hûsiyan diyar kir ku heta êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê bi dawî bibin û dorpêça li ser herêmê neyê rakirin wê êrîş bidomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin