Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo guftûgokirina pirsgirêkên Helebceyê dicive

Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo guftûgokirina pirsgirêkên Helebceyê dicive

PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê, bi beşdariya hejmarek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêmê, îro bi taybet bo guftûgokirina pirsgirêkên Helebceyê dicive.

Rêveberê Giştî yê Ragihandina Parlamentoyê Saman Ehmed Bekir diyar kiriye, civîna îro ya Parlamentoyê taybet e, bi guftûgokirina li ser pirsgirêkên Helebceyê ye.

Herwiha daye zanîn, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Kemal Muslim, Wezîrê Rewşenbîr Heme Hemeseîd û Birîkarê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan Berevan Hemdî û Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî beşdarî civîna Parlamentoyê dibin.

Zanyarî destnîşan dikin, Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan û Parêzgeha Helebceyê, beşdarî civînê nabin. Ji ber ku civîn bi bîranîna 33yemîn a salvegera kîmyabarana Helebceyê re hevdem e û bi wê boneyê jî merasîmek li ser gora Şehîdên Helebceyê birêve diçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin