Erdogan bo Ewropa: Edî derî vebûne, hûnê jî nesîbê xwe bistînin!

Erdogan bo Ewropa: Edî derî vebûne, hûnê jî nesîbê xwe bistînin!

PeyamaKurd -  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser vekirina deriyan bo derketina Ewropayê ya penaberan axivî û ji bo welatên ewropî got, “Êdî derî vebûn. Ew tiştê berê çû, hûnê jî ji vî barî nesîbê xwe bistînin.”

Erdogan li ser rewşa Idlibê û hevdîtina ligel Pûtîn jî diyar kir ku ew dê 5 Adarê li Moskowê bi Pûtîn re were ba hev û hêvî dike li ser pengavên bên avêtin û agirbestê bilez bigihîjin encamekê.

Erdogan li ser vekirina deriyan bo şandina penaberan bi ser welatên Ewropayê de jî got, “Piştî me derî vekirin li ser hev telefon tên, dibêjin, deriyan bigirin. Êdî ew çû derbas bû, niha hûnê jî ji vî barî nesîbê xwe bistînin. Heta doh hejmar zêde bûye û wê hê zêdetir bibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin