PeyamaKurd – Rûsya bi fuzeyan li Ûkraynayê li bajarê Kramatorskê xist û di encamê de 2 kes mirin û 22 kes birîndar bûn. Rêvebir ragihandin ku fuze li bajêr li nêzî xwaringehekî ketiye. Di êrîşê de hinek avahî xerab bûne û li herêmê lêgerîn û rizgarkirina xelkê dewam dike.
Li ser mijarê serokê rêvebiriya leşkerî yê herêma Donetskê Pavel Kirilenko weha ragihandiye:
“Nîv seet berê 2 fuze li bajarê Kramatorskê ketin. Niha em dixebitin da jimara miriyan û birîdaran tesbît bikin. Vê derê navenda bajêre û tije xwaringehin ku xelk lê gelek qelebalixe.”
Meclisa şaredariya Kramatorskê jî li ser rûdanê daxwuyanî da û got:
“Li xwaringehekî xistin. Niha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin