PeyamaKurd – Hejmarek Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê roja yekem a Newrozê bi alayên Kurdistanê daketin bajaran û Newroz pîroz kirin.
21ê Adarê di yekemîn roja Cejna Newrozê de hejmareke Pêşmerge ku hejmara wan derdora 7 heta 10 kesan de bû, bi çek, logoya PDK-Î û alayên Kurdistanê derketin ser cadeyên bajarên Seqiz û Şino.
Di vîdyoya ku doh roja Newrozê li ser medya civakî belav bûye de, xelk pêşwaziyeke germ li Pêşmergeyan dike û Pêşmergeyek ji xelkê re dibêje, "Piştrast bin û netirsin em her tim gel we ne û em we bicî nahêlin."
#Peshmerga units in the Kurdish city of #Shno during the #Kurdish New Year #Nawroz celebrations.#TwitterKurds #Nawroz2021 #Kurdistan pic.twitter.com/lNju6boq90
— PDKI (@PDKIenglish) March 22, 2021
Hêjayî gotinê ye, piştî 26 salan ev cara yekemîn e di Newrozê de Pêşmerge bi awayekî eşkere li nav xelkê Rojhilatê Kurdistanê tên dîtin.
Berpirsê Hêza Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Kawe Behramî ragihand, Pêşmergeyên wan li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê hene, dîtina Pêşmerge jî li bajaran tiştekî asayî ye û ev ne cara yekemîn e.
Kawe Behramî herwiha daye zanîn ku wan jî bi rêya torên civakî vîdyo dîtine û got, ew Pêşmerge ne bi fermana wan çûne ser cadeyan û eger Pêşmergeyên wan bin jî bi awayekî serbixwe ew çalakî kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin