Zelensky: Em li hember artêsa duyem a cîhanê gihîstine qonaxeke stratejîk!

Zelensky: Em li hember artêsa duyem a cîhanê gihîstine qonaxeke stratejîk!

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky, îro 11ê Adarê di roja 16emîn a êrîşên Rûsyayê de gotarek ji gelê xwe re pêşkeş kir û got, bi artêşa duyemîn a cîhanê hizr kirin ku Ûkraynayê têk bibin, lê ji niha ve ew têk çûn û ew dê erda xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Zelensky diyar kir, "Her çiqas niha mimkun e em bêjin em ê kengî axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin jî lê dikarim bêjim ku em ê vê bikin. Çimkî em dixebitin û ji niha ve em gihîştin qonaxeke stratejîk. Em ber bi armanc û serfiraziya xwe ve bipêş dikevin.”

Herwiha Zelensky careke din bang li hevpeymanên Rojavayî kir ku dorpêçên zêdetir li ser Rûsyay bisepînin û bedelê vî şerê tirsnak pê bidin dayîn.

Li ser daxuyaniya Pûtîn a anîna çekdaran ji Rojhilat Navîn jî Zelensky got: “Em bi dijminekî ku kuştina leşkerên wan ne xema wan e re şer dikin. Ji bo wan bixe nav dojeha şer fikrê ku li dijî Ûkraynayê ji Sûriyê leşkeran bîne avêt holê. Ji Sûriyê çeteyan tînin.”

Zelensky behsa hovîtiya leşkerên rûsî jî kir û diyar kir, “We dît bê leşkerên rûsî li hember mirovên bi rûsî diaxivin çi kirin. Bi fuze, bombe û topan êrîş kirin. Niha jî leşkerên kirêkirî yên Sûriyê ku ji bo kuştinê tînîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin