PeyamaKurd – Artêşa Iraqê diyar kir, di saetên destpêkê yên roja Înê de herî kêm 3 moşek li nêzîkî binkeyeke leşkerî ya li nêzîkî Bexdayê ku hêzên Amerîkayê jî lê dimînin ketine xwarê, lê hatiye ragihandin ku tu zerarên canî çênebûne.
Artêşa Iarqê diyar kiriye: “Sê moşek li derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ketin.” Yek ji wan li nêzîk Zindana Navendî ya El-Kerxê ket, ya duyem li nêzîk Akademiya Saziya Têkoşîna Dije Terorê, û ya sêyem jî li nêzîk baregeha Hêzên Bersivdana Bilez ket.
Herwiha hat destnîşankirin, ku herî kêm dest bi ser pênc moşekên din de hatiye girtin û “hêzên ewlekariyê dest bi ji hev cudakirina moşekên nehavêtî yên li ser banê maleke vala kirine ku beriya 10 rojan hatiye kirêkirin.”
Heya niha ti kom û aliyekî berpirsiyariya êrişê li xwe negirtiye, lê Amerîka milîsên ser bi Îranê ve weke berpirsyarê wan corên êrişên berdewam dibîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin