Kurtz: Tehemula min bo xebatên Neonaziyan tine ye

Kurtz: Tehemula min bo xebatên Neonaziyan tine ye

PeyamaKurd- Serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz ragihand ku kiryarên berdevkê Tevgera Nasnameger derketine ortê, dilê mirov jê lihevdikeve û ew weka serokwezîrê Avusturyayê tehemula wî bo tevgera Neonaziyan tine ye.

Kurtz vê mijarê li ser aşkerebûna êrîşa berdevkê Tevgera Nasnameger Martin Seller ya bo ser sînagogê ku derket ortê, got. Kurtz di ser hesabê xwe yê Twitterê de got ku li hember tundiya her cûreyê divê têkoşîn bê dayîn.

Berdevkê Tevgera Nasnameger Seller etîketekî ku xaç li serêye danîbû ser perestgeha cihûyan ya sînagogê. Di êrîşe Zelandayê de jî têkiliyên vê tevgerê û kujerê xelkê di mizgeftê de, derketibû holê.

Ev tevgera nasnameger naxwaze ku biyanî û misilman li Awrûpê bimînin û divê Awrûpa ji wan bê paqijkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin