YSPê, navê xwe yê nû ragihand

YSPê, navê xwe yê nû ragihand

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, navê nû yê Partiya Pêşerojê ya Kesk û Çep (Partiya Çep a Kesk) hat guherandin û partî dê êdî wekî 'Partiya Mafên Demokratîk’ xebatên xwe berdewam bike.

Li gorî ragihandina rayedarên Partiya Çep a Keskan, navê partiya wan bi biryareke navxweyî hatiye guherandin û wekî Partiya Mafên Demokratîk, bi navê xwe yê kurt wekî DHP hat ragihandin.

Li aliyê din jî hat ragihandin ku civîna Partiya Çep a Keskan a Lijneya Meclisa Bilind, îro tê lidarxistin û di rojevê de kongreya ku dê di hefteyên pêş de bê lidarxistin de geşedanên siyasî û guhertina navê partiyê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin