Nêçîrvan Barzanî: Em êrîsa li ser malbata Kurd a li Tirkiyê sermezar dikin

Nêçîrvan Barzanî: Em êrîsa li ser malbata Kurd a li Tirkiyê sermezar dikin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êrîşa do ya nijadperestên Tirk ya li Konya ya Tirkiyê li hember malbateke Kurd pêk anîn û di encamê de, 3 jê jin, bi giştî 7 kesên heman malbatê hatin qetilkirin, şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir: ‘‘Êrîşa li ser malbata Kurd a li Tirkiyê em şermezar dikin û hevxemiya xwe ji mirovên qurbaniyan re radigîhînin. Kesên ku li pişt wî tewanê hovane, divê derkevin pêşberê yasayan.’’

Do li navçeya Meram a Konya ya Tirkiyê, êrîşek nijadperestî li hember malbateke Kurd pêk hat û ji heman malbatê 3 jê jin, 7 kes hatin qetil kirin û pişt re jî mala wan hat şewitandin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin