PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser êrîşa sînorê Urdin-Sûriyê ya bi dronan ku 3 leşkerên amerîkî hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn, peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe şê medya civakî Xê êrîş bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe bo gelê Amerîkayê ragihand.
Nêçîrvan Barzanî got: “Êrîşa terorî ya li bakurê roijhilatê Urdinê bi ser hêzên Amerîkî de, bi tundî şermezar dikin. Sersaxiyê didim malbatên leşkerên can dane. Di vê dema zehmet de, em li kêleka gelê amerîkî ne. Ji birîndaran re selametiyê dixwazin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin