Komisyona Hilbijartinê ya Pakistanê reda Îmran Xan ji siyasetê kir

Komisyona Hilbijartinê ya Pakistanê reda Îmran Xan ji siyasetê kir

PeyamaKurd – Li Pakistanê serokwezîrê berê Îmran Xan ji ber di wexta serokwezîrtiya xwe de hediyên an ku diyariyan sitendiye, ji ber nekiriye lîste û hûrahiya wan ji bo komîsyonê ranegihandiye, ji siyasetê hat dûrxistin û niha siyaset jê re qedexeye. Biryara qedexeyê ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê de hat dayîn.

Parêzerê Îmran Xan, Ali Zafar, li payîtexta Pakistanê li Îslamabadê ji bo çapemeniyê ragihand ku Komîsyona Hilbijartinê dadgeh nîne û nikare vê biryarê bide.

Îmran Xan di meha nîsanê de di dengdana di parlementoyê de nikaribû têr dengan bistîne û hukumeta wî ji ser kar ketibû.

Di wexta Îmran Xan serokwezîr bû, detayên hediyên ku sitendiye rangihandibû û hatibû gotin ku wan hediyan firotiye. Lewra komisyona hilbijartinê ya Pakistanê Îmran Xan ji siyasetê red kir. Hediyên ku Xan sitendiye bihayê wan li dora 650 hezar dolariye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin