PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îsveçê bersiva serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan da û got di peymana ku ji bo endamtiya NATO yê îmze kirin de, mijara dîn û tawîzdana ji azadiya îfadeyan tê de nîne.
Wezîrê karên derve yê Îsveçê Tobias Billström, behsa peymana sala borî ya di meha hezîranê de ya di navbera Tirkiyê, Îsveç û Fînlandiyayê de hatibû îmzekirin, kir û got ku di lihevkirinê de mesela olê tineye.
Di peymana lihevkirina her sê dewletan de têkoşîna bi terorê re, îadeyan kesên siyasî û rakirina berlêgirtina îxracata sîlihan heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin