PeyamaKurd – Cîgira Rektora Zanîngeha Londonê Wendy Thomson got ku Zanîngeha Navneteweyî ya Brîtanî wê alîkariya ciwanan bike ku pêşerojeke baştir ji xwe re çêbikin.
Di axaftina xwe ya li merasîma vekirina zanîngeha navnetewî ya Brîtanî îro Şemî 07.09.2024an de, Cîgirê Rektor Thomson got: “Ji bo min şanaziyek mezine ku beşdarî vekirina zanîngeha navnetewî ya Brîtanî li Hewlêrê bibim. Spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Mesrûr Barzanî) û Herêma Kurdistanê dikim ji bo piştevaniya wan."
"Zanîngeha me her dem armanc dike ku perwerdehiyê baştir bike." Thomson got ku ew gelek xizmetên serhêl pêşkêşî xwendekaran dikin.
Thomson da zanîn ku navenda zanîngeha wan li Londonê ye û got, “Zanîngeha me bi 17 zanîngehên asta cîhanê re hevkariyê dike. Ji 109 welatên cuda nêzî 4000 xwendekar li Zanîngeha Londonê dixwînin.”
Cîgira Rawêjkar Wendy Thomson jî diyar kir ku Zanîngeha Navneteweyî ya Brîtanî wê alîkariya ciwanan bike ku ji bo xwe pêşerojeke baştir biafirînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin