Ji Gutterres bangewaziyeke bilez bo Libyayê

Ji Gutterres bangewaziyeke bilez bo Libyayê

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Gutterres li konferansa paytexta Almanya Berlînê ya bo aştî û destpêkirina danûstandinên siyasî li Libyayê axivî û bangewazî kir, ji bo rê li ber şerekî navxweyî yê seranserê Libyayê bigirin, bilez bikevin tevgerê.

Gutteres di gotara destpêkirina konferansê de got, "Em ji bo mijareke pêwîste bi lezgînî bê çareserkirin li vir civiyan. Divê em rê li ber çûna xirab a rewşa Libyayê bigirin.”

Gutteres diyar kir ku îsal bi piştgiriya civaka navdewletî gelê Libyayê nêzîkî proseya çareseriya siyasî bûye û bal kişand ser rewşa însanî ya li Libyayê ku penaber li navendên penaxwaziyê di nav mercên tirsnak de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin