Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Brîtanyayê re civiya

Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Brîtanyayê re civiya

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14/12/2022an bi Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de pêşxistina pêwendiyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya federal, pirsgirêk û kêşeyên li pêşiya Iraq, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên wan, piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê û guftûgoyên ji bo çareserkirina wan ligel berpirsên Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir ji bo welatiyên Iraqê, dabînkirina derfetên kar û cîbicîkirina karname û pêşîneyên hikûmetê kirin. Herwiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û yekrêziya Herêma Kurdistanê giring û pêwîst dîtin û bi taybetî yekrêziya tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê.

Di berdewamiyê de Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê piştevaniya hikûmeta nû ya Iraqê û Serokwezîr Sudanî dike û derfet heye ku bi piştevaniya aliyên beşdar di hikûmeta federal de, kêşeyên welat çareser bikin. Herwiha hevkarî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê pêwîst û giring zanî.

Herî dawî di vê hevdîtinê de pêwendiyên Iraqê ligel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî û rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku cihê giringîpêdana hevbeş in, hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin