PeyamaKurd - Amerîkayê yek ji berpirsên baskê DAIŞê li Afganistanê DAIŞ-Xorasan Îsmetullah Xalozayî, xist nava lîsteya dorpêçan.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand, berpirsê DAIŞê li Afganistanê Xalozayî navbênkariya fînansên navneteweyî kiriye û daye zanîn: “Ji bo payebilindên DAIŞê bi gelek erkan rabûye. Bi taybet jî di mijara xebatên darayî de.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Xalozayî 2 sal in ji Tirkiyê bi rêya sîstema hewaleyan, pere ji bo DAIŞa Afganistanê re dişandin.
Herwiha Îsmetullah Xalozayî çekdarên biyanî jî dişandin Afganistan û derdora wê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin