Nêçîrvan Barzanî ji bo cejna sersala Kurdên Êzîdî peyameke pîrozbahiyê belav kir

Nêçîrvan Barzanî ji bo cejna sersala Kurdên Êzîdî peyameke pîrozbahiyê belav kir

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo cejna sersala Kurdên Êzîdî peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: “Em ê hewl bidin tevahiya Êzidiyên hatine revandin rizgar bikin”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî do Sêşemê 19ê Nîsana 2022yan cejna sersala Kurdên Êzidî  (Çarşema Sor) bi peyamekê pîroz kir û da zanîn: “Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xwişk û birayên me yên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Em dîsa hemû Êzîdiyan piştrast dikin heta Êzîdiyek revandî mabe, em ê li pê çarenivîsa wan bin û rizgar bikin”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê bi temamî piştevaniya mafên Êzîdîyan, avedankirina deverên wan û misogerkirina aştî û azadiya wan kir û got: “Ji bo ev ê mebestê jî, em ê bi aliyên Iraqî û navdewletî re berdewam kar bikin.”

Serokê herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de destnîşan kir: “Mixabin îsal cejn di demekê de ye ku hêj beşekî girîngê xwişk û birayên me li kampan dijîn.  Hêvîdar in cejnên din di rewşeke baştir de bên pîrozkirin û hemû xwişk û birayên Êzîdî vegerin ser war û malên xwe.”

Herî dawî Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em careke din ji hemû xwişk û birayên Êzîdî û hemû pêkhatan û ol û hemû gelê Kurdistanê re tekez dikin ku Kurdistan wê herdem cihê lêborînê û qebûlkirinê û pêkve jiyana aştîyane bimîne û em ê hemû pêkve jî vê kulturê û mafên destûriyên gelê Kurd biparêzin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin