PeyamaKurd - Li Rûsyayê Orgeneral Îvan Popov ku têkçûnên leşkerî yên di dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê de rexne kiribû û di Tîrmeha sala borî de ji kar hatibû dûrxistin, ji aliyê dadgeha leşkerî ve bi sûcdariya “sextekariya mezin kiriye” hate girtin.
Li gorî nûçeyên Ajansê TASSê û Ria Novostî, Popov di çarçoveya lêpirsînê de wê 2 mehan weke “pêşbergirtinê” bê girtin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê heta niha di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.
Fermandarê berê yê Rûsyayê yê 49 salî, fermandarê Artêşa 58an bû. Artêşa 58an li herêma Zaporizhia ya başûrê Ûkraynayê şer dikir.
Di peyameke dengî ya ku li ser Telegramê hat parvekirin ku hate gotin ew dengê general Popov e, di operasyona li Ûkraynayê de “rêjeya zêde ya mirina leşkerên rûs” û “nebûna piştgiriya topan” rexne kiribû.
Di tomarê de hatibû gotin ku “Pêwîst bû yan ez tirsonek bim û bêdeng bimînim yan jî rewş çawa bûya min ew bigota. Ez ne tirsonek im û bêdeng namînim. Ez rastiya şerê Ûkraynayê dibêjim.”
Li ser navê we, li ser navê rêhevalên min ên ku jiyana xwe ji dest dane, mafê min tunebû ku ez derewan bikim. Ji ber vê yekê min hemû pirsgirêkên heyî bi kurtasî anîn ziman.”
Popov di derbarê durxistina xwe ya ji artêşê jî gotibû ku “Fermana ji kar dûrxistina min ji aliyê fermandarên payebilind ên ku wî bi xiyanetê tawanbar kiribûn û ji aliyê Wezîrê Bergiriyê yê berê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ve hate pejirandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin