Serokwezîrê Filistînê: "Hamas besek ji nexseya siyasî ye"

Serokwezîrê Filistînê: "Hamas besek ji nexseya siyasî ye"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Filistînê Muhammed Ştiyye diyar kir ku Hamas perçeyek ji nexşeya siyasî ya Filistînê ye û Îsraîl nikare wê xera bike.

Serokwezîr Ştiyye di Foruma Dohayê ya 21emîn a ku li Qatarê hat lidarxistin de axivî. Îştiyye destnîşan kir, Filistînî ji rewşa xwe ya îroyîn nîgeran in, ne ji siberojê, banga rawestandina jenosîda li dijî gelê Filistînê li Şerîda Xezzeyê ya ku di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê de ye, dubare kir.

Îştiyye destnîşan kir, avakirina siberoja Filistînê ancax bi mutabaqata herêmî mumkun e.

Serokwezîrê Filistînê eşkere kir, wan dev ji Hamasê bernedaye û wiha got: "Girîng e ku em Hamasê wek perçeyek nexşeya siyasî ya Filistînê bibînin. Îdiaya Îsraîlê ya wê Hamasê tine bike ne rast be, em vê yekê red dikin."

Serokwezîrê Filistînê Ştiyye diyar kir, ew ji bo gelê Filistînê yê ku ev 75 sal in êş û azarê dikişîne çareseriyeke siyasî ya berfireh dixwazin û tekane tişta ku pêdiviya wan bi dawîbûna dagirkeriyê heye.

Îştiyye destnîşan kir, ji bo pevçûnên li ser axa Filistînê ne bi çareseriya aborî û leşkerî, çareseriya siyasî hewce dike û diyar kir, rêveberiya Îsraîlê ya ku serî li rêyên leşkerî da her carê têk çû.

Iştiyye eşkere kir, Îsraîle ku negihiştiye tu hedefen siyasî hewl dide bi kuştina her tişti li Xezzeye tola xwe hilde.

Serokwezire Filistine Ştiyye rexne li Dadgeha Cezaye ya Navneteweyi kir dereng maye ji Îsraîlê hesap bipirse û diyar kir, ji bo cinayetên ku li nav axa Filistîne hatine kirin demildest edalet were sepandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin