PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê li ser bûyera kuştina her du mamosteyên zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê peyamek belav kir û wek bûyereke hovane bi nav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Bi şehdîbûn û jidestdana Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan gelek xemgîn im, ku îro bûne qurbaniyên tawaneke hovane ya dilşewat.”
Nêçîrvan Barzanî sersaxî da xizm û malbatên her du mamosteyan wiha pê de çû: “Hevsoz û şirîkê xema wan im. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku ruhê wan bixe ber rehm û dilovaniya xwe û sebrê bide malbat û xizmên wan.”
Hêjayî gotinê ye, Îro Sêşemê Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî û mamoseteyê Kolêja Endazyariyê li heman zanîngehê Dr. Îdrîs Îzet Hemexan ji aliyê xwandekarekî Zanîngeha Soranê ve, bi çekê hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin