Nêçîrvan Barzanî: Milletê Kurd pistgirekî doza xwe yê ji dil wenda kir

Nêçîrvan Barzanî: Milletê Kurd pistgirekî doza xwe yê ji dil wenda kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser koça dawî ya lêkolîner û nivîskarê Misrî yê bi navê Tajaî Fayed peyameka sersaxiyê belav kir û di peyama xwe de got ku milletê Kurd piştgirekî doza xwe yê ji dil û can wenda kir. Serokê Navenda Lêkolînên Kurd yên Misrê, lêkolîner û hem nivîskar Rajaî Fayed roja înê wefat kir. Barzanî di peyama xwe de ji bo malbata wî sersaxiyê xwest.

Dostê Kurd ê nivîskar Rajaî Fayed piraniya jiyana xwe di dinya Ereb û Misrê de bi lêkolîna li ser pirsa Kurd derbas kir. Pirsa Kurd hem vedikola û hem li serê diaxifî.

Fayed, li bajarê Misrê li Tantayê di sala 1943an de hatibû dinyayê. Ji sala 1979an heya sala 1988an li Hewlêrê jiya. Li ser dîroka Kurd, Helebçe û Enfalan ku di êrîşan de çekên kîmyewî bikaranîbûn, lêkolînan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin