PeyamaKurd- Yekîtiya Pizîşkên Sudanê ragihand ku di encama bombebarana dijwar a li başûrê paytexta Xartûmê de gelek kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Yekîtiya Bijîşkan ve hatin ragihandin, pevçûnên di navbera artêş û koma paramîlîter a Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) ya li Sudanê de ev 47 roj in berdewam dikin û hat ragihandin ku di encama bombardûmana duh a bi tundî hat kirin de encamên giran derketine holê.
Hat diyarkirin ku di bambardumana navborî de li Mayo ya li başûrê Sudanê de 17 kesan can da û 106 kes jî birîndar bûn ku rewşa 36 kesan giran e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Beşair ji ber hejmara zêde ya birîndaran û kêmasiya personelên tenduristiyê di mudaxaleyê de zehmetiyan dikişîne.
Rêveberiya Asîmaniya Sivîl a Sudanê ragihand ku biryara girtina qada asîmanî ji xeynî alîkariyên mirovî û seferên valakirinê, heta 15ê Hezîranê hatiye dirêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin