Lavrov: Em ji bo bersiva pêsniyara Ukrayna amadekariyê dikin!

Lavrov: Em ji bo bersiva pêsniyara Ukrayna amadekariyê dikin!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê danûstandinên şandên Ukrayna û Rûsyayê yên li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê pêk hatibûn daxuyanî dan.

Lavrov da zanîn ku şanda Ukraynayê bi nivîskî pêşniyarek gihandiye wan û ew jî niha amadekariya bersiva wê dikin.

Lavrov herwiha anî ziman ku di hevdîtinan de pêşveçûn heye û got: “Me di mijara Kirim û Donbasê de nêzîkatiyeke baştir dît.”

Hefteya borî şandên Ukrayna û Rûsyayê li Stenbolê civiyabûn û her du aliyan jî dabû xuyakirin ku ew li ser xalên lihevkirinê û agirbestê dixebitin. Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dabû xuyakirin, ew hewl didin wezîrên derve yên herdu aliyan li ser xalên lihevkirinê werînin ba hev û piştre hevdîtinekê di navbera serokên Ukrayna û Rûsyayê de saz bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin