PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derbarê pesendkirina budceya Iraqê de axivî û diyar kir ku divê garantî bê dayîn ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û dayîna mûçeyên fermanberan ji ber sedemên siyasî neyê bipaşxistin.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser helwesta pesendkirina budceyê û got,
“Em pêşwazî li pesendkirina budceya sê salan a Iraqê dikin. Em hêvîdar in ku ev yek, ji bo geşepêdana aborî, aramiya siyasî û veberhênanê bingehek çêbike.
Em pîrozbahiyê li kesayetên rêzdar dikin ku bi dilsozî ji bo berjewendiyên hevwelatiyan û wekheviya gelê Iraqê kar dikin."
Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku reftarên hinek parlamenteran li dijî mafên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok, cihê mixabiniyê ye û got:
"Tiştê ku qewimî, ne li gorî bingehên rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Rêvebiriya Dewletê ye û çalakiyên bi vî rengî, nabe xizmeta proseya siyasî, rewş û paşeroja Iraqê bike.
Pêwîst e pêkanîna dadperwerane ya yasaya budceyê û cihê herêma Kurdistanê wekî statuyek siyasî ya destûrî bê dîtin û maf û berjewendiyên navçeyên nakok bên parastin. Divê piştrastiyeke temam bê dayîn ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û dayîna mûçeyên fermanberan ji ber sedemên siyasî nayê paşxistin û paşguhkirin.”
Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de bal kişand ser vîna siyasî ya hevbeş û ziyanên ku bi helwestên heyî digihîjin Herêma Kurdistanê û got,
“Tiştê ku me di dirêjahiya gotûbêjên bûdceyê de dît, cihê nîgeraniyeke mezin e û careke din vê rastiyê îspat kir ku parçebûna aliyên Kurdistanî, ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê.
Lê di warê vîna siyasî ya hevbeş û parastina berjewendiyên giştî de em dikarin vê yekê bikin derfetek ji bo bihêzkirina baweriya di navbera me de ku ji bo baştir rêxistinkirina xwe, kêmkirina aloziyan û bihêzkirina Iraq û Herêma Kurdistanê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin