PeyamaKurd - Berpirsê Siyaseta Derve ya Ewropayê Josep Borell, piştî ku îro Sêşemê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin derbasî ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ofîsa serokatiya Kurdistanê Josep Borell û şanda ligel wî pêşwazî kir.

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda Yekîtiya Ewropayê (YE) berdewam dike û biryar e Borell di serdana xwe ya Kurdistanê de, ligel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin