Nêçîrvan Barzanî serkonsulê Almanya yê Bexdayê qebûl kir

Nêçîrvan Barzanî serkonsulê Almanya yê Bexdayê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serkonsulê Almanya yê Bexdayê Martin Jaeger qebûl kir. Hevdîtin li Hewlêrê çêbû û di hevdîtinê de pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û li ser rewşa Herêma Kurdistanê axifîn.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo îstîqrar û çareserkirina cudahiyan, derfetên diyalogê hene û hukumeta Herêma Kurdistanê her wext amadeye ku pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de bi Bexdayê re çareser bike.

Serbalyozê Almanya yê Bexdayê Martin Jaeger jî ragihand ku Almanya û welatên Awrûpa girîngiyê didin rewşa siyasî ya li Iraqê û dixwazin li Iraqê pêvejoya siyasî bipêş bikeve.

Di hevdîtinê de heyeta Almanya ya konsulxaneya Hewlêrê jî amade bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin