Nêçîrvan Barzanî Serokwezîra nû ya Brîtanyayê Liz Truss pîroz kir

Dîroka weşanê :
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîra nû ya Brîtanyayê Liz Truss pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîra nû ya Brîtanyayê Liz Truss pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir: “Ez pîrozbahî li Liz Trussê dikim ji ber hilbijartina wê wek Seroka Partiya Parêzgaran û serokwezîr.”

Nêçîrvan Bazanî da zanîn: “Ez ji wê re serkeftinê dixwazim di peywira wê de û hêvî dikim ku bi wê re bixebitim da ku têkiliyên me yên bihêz û nirxên hevpar bêtir pêşve bibin.”

Liz Truss do di rikeberiya li hember Rishi Sunak a ji bo serokatiya Partiya Parêzgaran de bi ser ket û bû Seroka Partiya Parêzgaran û Serokwezîra nû ya Brîtanyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin