Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqerê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqerê civiyan

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku do li Dîlokê serdana navçeyên erdhejlêdayî kiribû, li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Di derbarê serdanê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de got, “Ji bo sersaxiyê li ser navê xwe û gelê Herêma Kurdistanê min serdana Tirkiyê kir. Herwiha min serdana mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kir.”

Barzanî got: “Di hevdîtinên xwe yên li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û qurbaniyên karesatê de, min hevxemiya xwe ji gelê Tirkiyê re ragihand û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amade ye alîkariyên zêdetir pêşkêşî mexdûrên erdhejê bike.”

Barzanî amaje bi karê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Herêma Kurdistanê jî kir û got, min pîrozbahî li tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Herêma Kurdistanê kir ku di yekem kêliya rûdana karesatê de çûne devera erdhejê û hewla rizgarkirina qurbaniyên erdhejê dane.

Nêçîrvan Barzanî serdana konên li navçeyên Islahiye û Nurdagiyê û navenda bajarê Dîlokê ku erdhejê ziyaneke mezin dîtibû kir û bi kesên ku ji erdhejê rizgar bûne re civiya.

Barzanî piştî serdana xwe ya Dîlokê ji rojnamevanan re axivî û got, “Em amade ne bi qasî ku ji destê me were alîkariyê bidin kesên ku bi vê karesatê re rû bi rû mane. Em dizanin ev alîkarî erka me ye. Em bira ne. We di demên dijwar de alîkariya me kir û deriyên xwe vekir. Îro divê çi ji destê me tê, em bikin. Em îro li Silêmanî, Hewlêr, Helebce û Duhokê û li seranserê Kurdistanê heman êşê dijîn. Dilê gelê me bi we re ye. Ez hêvî dikim ku hûn ê van rojên dijwar derbas bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin