PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Fransayê bi Jean-Ives Le Drian re, her dû bi hevre derketin ber çapemeniyê û di gelek mijarên girîng de agahiyan dan çapemeniyê. Barzanî di axaftina xwe de got:
“Bo hûzûr û aramî were herêmê û bi rêya aştiyane pirsgirêk bên çareserkirin, em amade ne her cûre alîkariyê bikin. Em seredana wezîrê karên derve yê Fransayê bo xwe destekekî dibînin ku bi taybetî di vê pêvajoya tevlihev de, hatiye seredana me û bo me nîşaneya ku Fransa girîngiyê dide herêma Kurdistanê ye.”
Barzanî ragihand ku di hevdîtina îro de, halê Iraqê yê niha, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, dahatûya siyasî ya welat, ewlekarî û îstîqrar, mijarên wan bûne. Di heman demê de li ser mijara Sûriyê, Rojavayê Firatê û operasyonê axifîne. Barzanî got ku ew ji koçeka nû ditirsin û kiryarên ku grûbên redîkal bikin, bo xelkê endîşe ye. Barzanî got ku encama perasyona ser sûriyê, dikare İŞİDê vejîne, lewra divê şerê li Sûriyê raweste.
Le Drian jî di axaftina xwe got ku peyama destek û silavên serokkomar Macron bo birayên Kurd aniye û ragihand ku ev seredana 7 emîne bo Kurdistanê. Le Drian, behsa operasyona Tirkiyê bo ser Sûriyê û halê koçberiyê kir û got ku şer ewlekariya Fransayê jî dixe talûkê. Vekişîna Amerîka bê encam çêbû. Madem wisa ye encama têkoşîna 5 salan ka çiye? Wezîr got ku İŞİD li herêmê tehdîdeka mezine. Wezîr her weha got ku sedemên ku koalîsyon hatiye danîn dewam dikin û axaftina xwe weha dewam kir:
“28 dewletên Ewrûpayê di vê baweriyê de ne. Li bakûrê Sûriyê 12 hezar endamên grûbên redîkal hene. Ji vana 1200 kes biyanîne. Eger em malabatên wan jî hesab bikin, dike 40 hezar. Ev talûkeyeka gelek mezin e.”
Wezîr behsa koça dawî ya ji ber operasyona Tirkiyê bo ser Sûriyê ku koç kirine, kir û got; ew koçberên ku di demên dawiyê de koç kirin û hatin Kurdistanê, ew ê alîkariya wan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin