PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert, li Hewlêrê civiyan.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî tekezî li wê yekê kir ku peywendiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de di berjewendiya tevahiya Iraqê de heye, herwiha piştgîriya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo guftûgoya di navbera her dualiyan de derbirî û hêvî xwest kêşeyên wan çareser bikin.
Barzanî ji bilî spasî û pêzanînên ji bo rola girîng ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, hêvî xwest li handana Hewlêr û Bexda ya ji bo serkeftina guftûgoyan berdewam be û di çareserkirina kêşeyên di navbera wan de hevkar û alîkar be.
Herwiha tekezî li wê yekê kir ku çareserkirina yekcarî û giştgîr ya kêşeyên Hewlêr – Bexda, kilîla aramiya Iraq û pêkvejiyanê ye û bi berçavgirtina rewşa dijwar ya welat û gefên di ber de, divê desthilat û aliyên Iraqî bi giyaneke berpirsane muamele li gel rewşê da bikin û kêşeyan li ser bingeha destûr çareser bikin û rêkeftinan jî bi cih bikin.
Rewşa siyasî, emnî, tenduristî û aboriya Iraqê, rûbirûbûna terorê û erkê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê, hilbijartinên paşerojê ya welat, pêşketinên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên din ên civînê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin