PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mihemed Kerîm Xefacî kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê geşepêdana hemahengiya di navbera Wezareta Çandinî û Çavaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Iraqê bi taybet derbarê vekirina bazarên Herêma Kurdistanê û naverast û başûrê Iraqê ji bo berhemên çandiniyê hatin kirin.
Herwiha babeta wergirtina mîqdarê genime cotkarên Herêma Kurdistanê ji aliye hikûmeta federal a Iraqê û salane tê diyarkirin û çend babetên din ê li ser çandiniyê di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê jî babetên hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin