PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê beşdarî merasîma vekirina 25emîn Şampiyoniya Kendavê ya ku li Besrayê tê lidarxistin bibe û gelek berpirsên payebilind ên Iraqê jî tê de hatibûn vexwendin.
Şampiyoniya Futbolê ya Kendavê wê li Besrayê li başûrê Iraqê destpê bike û 8 tîmên neteweyî yên welatên Kendavê wê beşdarî şampiyoniyê bibin.
Kûpaya Kendavê bi pêşbirka Iraq û Umanê ku îro saet 19:00an de bê lîstin destpê dike.
Di koma yekemîn de Erebîstana Siûdî, Yemen û Uman, di koma duyemîn de jî tîmên neteweyî yên Behreyn, Kuweyt, Qeter û Îmarat cih digirin.
Di koma 1emîn de 5 futbolvanên Kurd wê di Tîma Neteweyî ya Iraqê de bilîzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin