Dadgeha Duhokê ji bo qatilê Dilînê cezayê îdamê da

Dadgeha Duhokê ji bo qatilê Dilînê cezayê îdamê da

PeyamaKurd - Dadgeha Duhokê, kesê ku keçika 10 salî ya bi navê Dilîn revandibû û kuştibû, bi sizayê îdamê mehkûm kir.

Qatilê keça 10 salî Dilînê ku roja cejna Remezanê (5ê Hezîranê) ew revandibû û termê wê piştî çar rojan hatibû dîtin, îro li Duhokê derket pêş dadgehê.

Hat ragihandin ku dadgeha Duhokê, piştî ku ew kes li sûcê xwe mukir hat fermana îdamê bi ser de sepand.

Piştî vê biryara Dadgeha Duhokê tê çaverêkirin biryar here ber destê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û heger ew biryara dedgehê pesend bike, dê qatilê Dilînê bê îdamkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin