PeyamaKurd- Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, bang li endam û rêveberên partiya xwe kir ku li ser mijara maseya 6 qorî nîqaşan nekin û got, “Em ê rêya xwe berdewam bikin, em ê bersivê nedin."
Rêveberên CHPê, di derbarê hevdîtinê de gotin ku “Em ê li dijî Îyî Partiyê, diberiya xwe berdewam bikin. Wekî Tifaqa Milet, em ê rêya xwe berdewam bikin. Em bi biryar in ku metnên ku me rave kirine, bi cih bînin. Me ew mijar nirxand. Serokê me Birêz Kemal Kiliçdaroglu jî di vê fikirê de ye.”
Rêveberên CHPê, li ser hegera ku Îyî Partî vegere ser maseyê jî gotin, “Di civînê de me ev mijar nenirxand. Di siyasetê de di 24 saetan de her tişt dibe. Ev yek jî çêbibe, dê biryar ji aliyê serokên giştî ve bê dayîn. Em ê bi her awayî rêya xwe berdewam bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin